KOMÎTÊYÊN RÊVABIR Û REWŞENBÎRÎ YÊN MALA ÊZDIYAN
Sedsalên 11-12 an, ji pey hatina Şîxadî ra, Gelyê Lalişê careke din dibe merkezeke zanyarya Xudênasyê, xurtkirin, tomerkirin, rêk-pêkirin, nûjenkirin û pêşdabirina bîr û boçûnê ayîna bawarya êzdîtyêye.
Di wê demê, Êzdiyên Lalişê û dora wê ra, hewake aşîtyane û mecalên hişyarbûnê, xwenaskirinê û efrandaryêye xweş çê dibin. Tevî rêvabirên mîrtyên Êzdiyan usa jî komek qewlvan, helbestvan, fîlîsof, oldar û xwedênasên bi nav û deng, yen wek Şêx Fexrê Adiyan, Pîr Reşê Heyran,